PeyamaKurd – Li gor ajansa United News of Bangladesh (UNB)ê; li welatê Banladeşê, li herêma Laksmipurê, bi tevlîbûna partiya muxalefetê ya netewaperets (BNP)ê û aktîvîstan, li hemberê hukumetê pevçûn derket û di encamê de kesekî mir û 50 kes birîndar bûn.
Bûyer li gor wextê Bangladeşê di 16.00an de çêbû û endamên BNPê afîşên partiya Yekîtiya Avamî daxistin jêr û bûyer piştî wê destpêkirin. Li dora 40 endamên BNPê û 20 endamên Yekîtiya Awamî li hev xistin. Piştî lihevxistinê cenazê kesê bi navê Sajib (25) di zemîna avahiyekî de mirî hat dîtin.
Protestoyên li Bangladeşê di 12 ê Temmîzê de destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin