PeyamaKurd – Çend roj berê komekê bi hinceta ku piştgiriya Îsraîlê di şerê Hamasê de dikin, êrîş biribûn ser şubeyên Starbucks û Burge King ên li Diyarbekirê.
Di êrîşa bi dar û beran hatibû kirin de, ziyana madî di wan dikanan de çêbûbû.
Hate ragihandin ku piştî bûyeran polîsê Diyarbekirê li ben dikanên Starbucks û Burger Kingê dest bi nobedariyê kiriye daku êrîş neyên ser wan.
Hate zanîn ku wesayîtên zirxî yên polîsan bi dema 24 saetan li ber wan dikanên markeyên Amerîkî niha nobedariyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin