PeyamaKurd - Parêzerê kurd li Amedê Behaedîn Kaya ragihand ku parçên dî yên Kurdistanê jî bi giringiyeka mezin berê xwe didine hilbijartinên herêma Kurdistanê û bi taybet kurdên bakurê Kurdistanê behsê demokirasiyê li herêma Kurdistanê dikin û ragehandin ku bi saya xwîna şehîdan û siyaseta hekîmane ya serokê herêma Kurdistanê astê demokirasiya li herêma Kurdistanê ji welatên rojihelata navîn, Tirkiye û rojihelatê Ewopa baştir bûye.

Parêzer û şîrovekarê siyasî Mehmet Kaya ji Rojnama Evroyê re herwesa diyar kir wî çendîn caran seredana herêma Kurdistanê kirî ye û û got:
“Rêzdar Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistanê hem bo başurê Kurdistanê (herêma Kurdistanê) û hem jî bo pişkên dî yên Kurdistanê şansekî mezine û pêdivî ye part û aliyên siyasî yên kurd guh bidene şîret û pêşiniyaz û rênimayên serok Barzanî û her dem ji siyaseta hekîmaneya wî mifayê werbigirin”
Li ser hilbijartinên perlemanê Kurdistanê jî parêzerê kurd li bakurê Kurdistanê diyar kir ku li dûv zaniyariyên min bi rengekî gelek dîmokirasiyane pirosêsa helbijartinan birêve diçît û ew yek cihê serbilindiya hemû kurdane û nîşana astê dîmokirasiya Kurdistanêye û got: “ez jî wek her kurdekî nîştîman perwer dibêjim ku parta dîmokirata Kurdistanê bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî hêjayî serkevtineka mezine û wesa xweyaye jî ku dê PDK serkevtineka mezin tomar bike, ji ber ku kurd dengê xwe didene xebata dîrokî, astê karên xizmetguzariyê, êmnahiyê, rewşa abûrî û xizmetên nîştîman perweriyê û di wan hemû biyavan da PDK û hikûmeta nêçîrvan Barzanî serkevtinên mezin tomar kirine û ez bawerim dê serkevtinên mezintir jî tomar bikin û deverên veqetiyay vegerîne ser sinorê herêma Kurdistanê.”
Behadîn kaya di dûmahiya axavtina xwe da behsê rewşa rojavayê Kurdistanê kir û ragehand ku di qonaxa niha da rewşeka hestiyar li rojavayê Kurdistanê heye û got: (daxwaz ji serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê dikem ku berdewam harîkariya kurdên rojava bikin û ewa ku heta niha hatî ye kirin bo her kurdekî dilsoz cihê şanazyê ye).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin