PeyamaKurd - Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Qadir Qaçax got: “Em ditirsin tişta ku hat serê Efrînê bi ser Şingalê de jî were.”
Qaçax diyar kir ku piştî bombardimana Tirkiyê ya ser Şingalê bi mebesta hebûna PKKê li wê deverê, metirsiya li ser Şingalê zêde bûye û da xuyakirin, Tirkiyê berdewam hişyariyê dide ku pêwîst e PKK û hêzên ser bi wê ve ji Şingalê derkevin.
Qadir Qaçax ji kdp.infoyê re daye xuyakirin, “Eger rewşa Şingalê wisa berdewam bike, em ditirsin ku tişta ku bi Efrînê hatiye, bê serê Şingalê jî û Tirkiye leşkerên xwe bişîne Şingalê jî. Bêguman ew jî ji ber ku hêzên yasayî li Şingalê tune ne û me gelek caran daxwaz ji PKKê kiriye ku ji Şingalê derkevin, da ku belayên din neyên serê Şingalê.”
Qadir Qaçax got, ji ber PKKê û çend hêzên din xelkê sivîl ên Şingalê bûne qurbaiyê balafirên Tirkiyê, lewma jî koçber ditirsin û newêrin vegerin ser mal û halê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin