Cotyar Adil: Em hêvî dikin ku Iraq mûçeyan bê kêmkirin bisîne

Cotyar Adil: Em hêvî dikin ku Iraq mûçeyan bê kêmkirin bisîne

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di konferanseke rojnemevanî de axivî û got: “Doh kabîneya Hikûmeta Iraqê biryar da mehane 200 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişîne û li gor rêkeftinê ji destpêka meha yekem a sala 2021ê wê  pişka Herêma Kurdistanê were şandin.”

Adil ragihand, ew hêvî dikin di siberojeke nêzîk de mûçeyên karmendan bêyî kêmkirinê bidin.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê da zanîn, reşnivîsa budçeya Herêma Kurdistanê jî hatiye amadekirin û ew hêvî dikin li ser budçeyê Herêma Kurdistanê jî rêkeftin di navbera aliyan de pêk were.

Li ser mijara bihabûna nirxê benzînê jî Dr. Cotyar Adil got ku ew hewl didin nirxê benzînê kêm bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin