Serok Barzanî bi kesayet û nûnerên devera Zumarê ra civiya: Kilîla sikesta DAISê li Zûmarê bû

Serok Barzanî bi kesayet û nûnerên devera Zumarê ra civiya: Kilîla sikesta DAISê li Zûmarê bû

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî duhî (19.03.2019) bi kesayet û nûnerên devera Zumarê ra civiya.

Malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyanîyê da tê gotin, koja sêşemê Serok Mesûd Barzanî bi mebesta guftûgokirina li ser kêşe û giriftên navçeya Zûmarê, bi kesayetî û rihspî û nûnerên pêkhatan û cemawer û nîştecihên devera Zûmarê ra civiya.

Serok Barzanî di vê civînê da gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û di gotara xwe da balkişand li ser qurbanîdan û xweragiriya cemawerê devera Zûmar li beranber êrîşa terorîstan û êrîşa nehezan li salên derbasbûyî û di derbarê girîngiya navçeya Zûmar li şerê terorîstan ragihand ku kilîla şikesta DAIŞ li Zûmar bû û têkşikandina terorîstên DAIŞ li Zûmar ve destpêkir.

Barzanî di berdewamîya axaftina xwe da ji bilî balkişandina êrîşa terorê tekez li wê yekê kir ku çanda pêkvejiyanê baştirîn çek e ji bo ji tunekirina hizra tundî û terorê û wê yekê jî xisterû ku pêwîst e fikra terorê ji binî ve bê rakirina û li Kurdistanê da ku em hemû li mirovbûnê da birane û cûdahiya neteweyî û olî ne kêşe ye, nirxandina mirov jî li ser bingeha reftarên wa ne ne ku bîr û baweriyê.

Di derbarê çarenûsa navçeyên maddeya 140 jî Serok Barzanî wê yekê ragihand ku eger hatiba û destûr bihata bi cîhkirin niha rewşa Iraqê bi awayeke baştir dibû û bi pêwîst jî zanî ku maddeya 140 bi tefahum û aştiyê de bê bi cîhkirin. Tekez jî li wê yekê kir ku her hewlek ji bo sepandina rastiyek ku berevajiya cografya û dîrok û rewşa civakiya navçeyan bê giriftan kûrtir dike û nayê qebulkirin.

Di beşeke din ê vê civînê de amadevanan re û dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina kêşeyên nîştecihên navçeyê bi Serok Barzanî gihand û Serok Barzanî jî li berçav girtina vê rewşa erêniye ku li peywendiyên di navbera Herêm û Bexda de hatiye holê. Her wiha şîret û şîroveyên pêwîst ya ji bo çareserkirina giriftan û baştirbûna rewşa xelkê devera Zûmar xisterû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin