PeyamaKurd – Îro li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek kesayetiyên olî yên parêzgeha Dihokê civiya. Serok Barzanî di civînê de gotarek pêşkêş kir û çend mijarên giring ên têkildarî rewşa heyî û pêşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê ronî kir.
Giringiya hilbijartinan
Serok Barzanî destnîşan kir ku hilbijartin pêvajoyeke pir giring e ku tê de gel biryarê li ser çarenûsa xwe dide. Wî got ku ew dixwazin milet azad be ji bo ku biryarê li ser çarenûsa xwe bide.
Wî bang kir: "Divê em dengê PDKyê nîşanî her kesî bidin û bi wê hêz û dengî mafên gelên Kurdistan û Iraqê biparêzin."
Têkçûna şirîktiya Iraqê
Di axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa zilm û zordariya dîrokî kir ku ji damezrandina dewleta Iraqê ve li ser gelê Kurd hatiye kirin. Wî bal kişand ser ku mercê damezrandina Iraqê li ser hebûna şirîktî, hevsengî û lihevkirinê bû, lê ev nehat bicîhanîn.
Wî qonaxên zilm û qirkirina gelê Kurd, di nav de Misilman, Xiristiyan û Êzdî, bi destên rejîmên Iraqê û DAIŞê bi bîr anî.
Serok Barzanî destnîşan kir ku çanda pêkvejiyan û tehemilê li Kurdistanê cihê serbilindiyê ye û li seranserê cîhanê behsa wê tê kirin. Wî got: "Ji ber vê yekê, ev ji bo me sermayeyek mezin e û divê em wê biparêzin û xurt bikin."
Serok Barzanî rexne kir ku tevî hewldana wan a avakirina Iraqeke nû piştî sala 2003yan, Destûra Bingehîn a daîmî ya Iraqê nehat bicîhanîn, ku ev yek bû sedema berdewamiya tengasiyan. Wî hêvî kir ku piştî hilbijartinan, ew ê bi hin aliyên dilsoz re li hev bikin û Iraq dê ji vê ceribandinê xilas bibe.
Di dawiyê de, Barzanî bang li kesayetên olî û melayan kir ku bi cidî hişyariya xelkê li ser xetereyên madeyên hişbir bilind bikin, û destnîşan kir ku divê Kurdistan xwe bispêre xwe û qadên çandinî, geştiyariyê û pîşesaziyê bêtir bi pêş bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin