Rûhanî: Qedexekirina medyaya civakî dike ku Îran bi pas da bimîne

Rûhanî: Qedexekirina medyaya civakî dike ku Îran bi pas da bimîne

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku qedexekirina medyaya civakî dike ku welatê Îranê bi paş da bimîne

Rûhanî li navenda eyaleta Geylanê Reştê axivî û got, “Dînyaya îro di nava guherîn û veguherînan da ye. Her ku diçe dinya bi pêş ve diçe. Qedexekirina medyaya civakî dike ku welatê Îranê ji welatên din bi paş da bimîne

Li gorî malpera nûçeyan a Entexabê Telegrama ku ji sedî 55ê welatiyan bi kar dianî di meha nîsanê da hatibû qedexekirin. Herwiha ji Instagrama ku ji sedî 23yê welatiyan bi kar tîne jî di meha çile da hatibû qedexekirin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku welatiyên îranî bi rêya tunnelên înternetê dikarin têkevin medyaya civakî û aplîkeyşinên weke Facebook û Twitterê bi kar bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin