Rapor: Hêzên Îranê di salekê de 51 kolberên Kurd kuşt, 246 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rapora salekê ya kuştin û birîndarkirina kolberên Kurd eşkere kir.
Li gorî doaxuyaniya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ya derbarê amarên kolberên Kurd de, , hêzên Îranê di sala 2024an de 51 kolberên Kurd kuştine û 240 kolber jî birîndar kirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin, sala 2024an 51 kolberên Kurd li herêmên sînorî yên parêzgeha Urmiye, Bane, Serdeşt, Pawe û Kirmanşan ji aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin. Herwiha 246 kes jî birîndar bûne.
Hate gotin ku zarokek temenê wî li bin 18 salî jî ji serma miriye. Li gorî raporê, kolber di encama êrîşên parêzvanên sînorî yên Îranê de û ketina xwarê ya ji latan, teqîna bombeyan û îşkencekirinê jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.