Rejîma Îranê 3 girtiyên din ên Kurd bi darve kir

Rejîma Îranê 3 girtiyên din ên Kurd bi darve kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtiyên Kurd bi darve kir.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, îro danê sibê 3 girtiyên Kurd li nav girtîgeha navendî ya Îlamê de hatin bidarvekirin.

Hat eşkerekirin, ew her sê kes bi tohmeta kuştina enqest hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Navên kesên ku hatine bidarvekirin ev in:

Setar Ergende, Xosro Tarik û Kemal Beyanîrad.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin