Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd –  Rejîma Îranê, girtiyekî hemwelatiyê bajarê Sewlawa, li girtîgeha Sine dar ve kir.

Li gor Komeleya Mafên Mirova Hengaw da zanîn, îro 18.01.2021ê girtiyekî Kurd, ê bi navê Fatêh Qadirî yê temen 46 salî, li girtîgeha navendî ya Sine hat darvekirin.

Agahî destnîşan dikin, roja borî malbata wî girtiyê Kurd bo cara dawiyê wî bibînin hatibûn bang kirin.

Girtiyê hat darvekirin Fatêh Qadrî, xwelatiyê gundê Del a ser bi bajarê Sewlawa ye û zewicî ye û berî sê salan bi tohmeta kuştina qesdî ya kesê bi navê Nasîh hatibû girtin û pişt re cezayê darvekirinê jê re hatibû dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin