Rektorê Zanîngeha Selahedînê: Divê helwêsta Herêma Kurdistanê yekgirtî be

PeyamaKurd – Rektorê Zanîngeha Selahedînê a Hewlêrê, Pr. Dr. Kameran Yûnis Mihemed Emîn, ji BasNewsê re ragihand ku Herêma Kurdistanê di nav rewşeke jeopolîtîk a hestiyar û nearam de ye, ji ber vê yekê divê di tengezariyên navbera Îran û Îsraîlê de bi hişyarî û dîplomasiyê tevbigere.
Wî diyar kir ku guherînên bilez di şerê navbera Îran û Îsraîlê de dê bandorên rasterast li ser Herêma Kurdistanê bike, ji ber nêzîkbûna erdnîgariyê ya bi Îranê re û nakokiyên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, ku piraniya desthilatdariya wê di destê tayfeyên şîe yên nêzîkî Îranê de ye.
Dr. Kameran tekez kir ku Herêma Kurdistanê divê bi yekdengî ji bo aştî û aramiyê bixebite, bêyî ku bibe beşek ji nakokiyan an piştgiriya aliyekî bike. Wî got:
“Siyaseta navxweyî û derve ya Herêma Kurdistanê nasnameyeke siyasî ya diyarkirî heye, ku li hawîrdoreke aram û ewle digere da ku Kurdistan hîn bimîne.”
Wî daxwaz kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê tavilê şiyanên aborî û siyasî ji nû ve organîze bike da ku pozîsyona xwe ya aborî û siyasî bihêz bike.
Her weha wî bal kişand ser metirsiya êrîşên mihtemel ên bi dron an êrîşên din li ser Herêma Kurdistanê û got ku divê ev mijar bi hesasiyet were meşandin. Wî daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê bi rêya gotarên fermî û dîplomatîk helwêsteke yekgirtî nîşan bide, ne helwêstên parçeparçe.
Di dawiyê de, Dr. Kameran got:
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.“Rola Herêma Kurdistanê di nakokiya Îran-Îsraîlê de bêtir bi pozîsyona wê ya stratejîk a erdnîgarî û ewlehiyê ve girêdayî ye, ne bi beşdariya leşkerî ya rasterast. Em hewceyê dîplomasiyeke jîr û vîzyoneke zelal in da ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê di nav aloziyên jeopolîtîk ên herêmî de biparêzin.”





