Di navbera Semsûr- Çelikhanê de erebe di helan de çû jêr: 1 mirî û 1 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya Semsûr (Adıyaman)-Çelîkhanê ereba bazirganî bi sedema ajotvan desthilata seyarê wenda kir, di helan de çû jêr û wergeriya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Bûyer nêzî gundê Koçaliyê qewimî.
Li ser qezayê tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê lê jina bi navê Zeynep Özşahin li ciyê bûyerê can dabû û ajotvan Abdurrahman Özşahin bi birîndarî birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Semsûrê (Adıyaman).
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




