Trump: Divê hemû kesên li Tehranê tavilê bên tehliyekirin

Trump: Divê hemû kesên li Tehranê tavilê bên tehliyekirin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew ê piştgiriya Îsraîlê bidomînin û got, "Em naxwazin li Îranê çekên nukleerî bên dîtin. Ehmeqî ye ku Îranê peyman îmze nekiriye, diviyabû îmze bida."

Trump diyar kir ku DYA her tim piştgiriya Îsraîlê kiriye û wê piştgiriyê bide Îsraîlê.

Trûmp diyar kir ku ew dixwazin rêveberiya Îranê careke din derbarê çekên nukleerî de hişyar bikin û got, "Em naxwazin li Îranê çekên nukleerî bên dîtin û ji bo vê jî gavên pêwîst diavêjin."

"Divê hemû kesên li Tehranê demildest bên tehliyekirin"

Ji aliyê din ve Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê aloziyên navbera Îsraîl û Îranê de daxuyaniyeke nû da û ev tişt anî ziman:

"Diviyabû Îranê peymana ku min ji wan re gotibû îmze bikira. Ev şermeke mezin e, wendahiyeke mezin a mirovahiyê ye. Îran nikare bibe xwedî çekên nukleer. Min ev yek gelek caran gotiye. Divê hemû kesên li Tehranê tavilê bên tehliyekirin."

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.