Parlamentoya Iraqê li dijî Îsraîlê hin biryar dan

PeyamaKurd- Parlamentoya Iraqê îro 17ê Hezîranê li ser geşedanên dawî yên şerê Îsraîl-Îranê civîneke awarte li dar xist û çend biryarên li dijî Îsraîlê ragihand. Herwiha hate gotin, “Iraq nikare bi awayekî leşkerî tevlî şerê niha yê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe.”
Di civîna ku bi mijara "binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve" hate lidarxistin de, çend xal hatin gengeşe kirin û helwesta Iraqê ya ji bo piştevaniya gelê Îranê hate tekez kirin.
Binpêkirinên Îsraîlê li ser esmanê Iraqê û bikaranîna ji bo êrîşkirina li ser Îranê di civînê de hate redkirin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê hate kirin ku rêkarên dijber werbigire.
Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamento) piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Iraqê diyar kir daku li ser astên herêmî û navneteweyî tevgerên xwe yên dîplomatîk di vî warî de ji nû ve dest pê bike.
Di dawiyê de jî yekîtîya navxweyî ji bo rûbirûbûna her encameke herêmî û navneteweyî wekî pêdivî hate destnîşankirin.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




