Donald Trump: “Em ê niha Hamaney nekujin”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump aşkera serokê dînî yê Îranê Hamaney tehdîd kir û got:
“Em baş dizanin xwe li ku derê vedişêre. Hedefekî hêsane lê li wê derê di ewlehiyê de ye. Herî kêm em ê niha wî nekujin lê sebra namîne.”
Wezîrê bergiriya Îsraîlê Yisrael Katz jî ragihand ku wan hişyariyê daye Hamaney û di navbera wî û Saddam Huseyîn de teşbîhê danî û çi hat serê Saddam Huseyîn bûyera kuştina (îdam) wî bibîr xist.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




