Îranê ji tirsa serhildanê hêzeke mezin şand girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê

Îranê ji tirsa serhildanê hêzeke mezin şand girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê

PeyamaKurd- Li demeke ku êrîşên Îsraîlê li ser bingehên girîng û stratejîk ên Îranê berdewam dikin û şikesteke mezin di fermandariyê de xwariye, ji tirsa serhildanan hêzên nû bo girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê hatin şandin.

Li gorî çavkaniyên Kurdpayê rejîma Îranê ji tirsa serîhildanan li girtîgehên bajarên Seqiz û Mehabadê, hejmareke zêde ya hêzên serbazî û ewlehîyê li ber deriyên girtîgehan bicih kiriye.

Hate diyarkirin ku li nav girtîgeha bajarê Mehabadê jî rewşeke awarte ya leşkerî û ewlehîyê bi ser girtiyan de hatiye sepandin û hêzên rejîmê ketine rewşa amadebaşiyê.

Dîsa li girtîgeha Dizilava ya bajarê Kirmaşanê jî hêzên Îranê êrîşî ser girtiyan kirine ku li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir 20 girtî hatine kuştin, 30 girtî jî birîndar bûne.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.