Serok Barzanî pêşwazîya berpirsa Îmaratê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzani, îro 17ê Hezîranê li Selahedînê pêşwaziya Berpirsa Karûbarên Konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê Şêx Beşîr Ferhan kir.
Hate ragihandin ku her du aliyan di civînê de tekezî li ser dostanî û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de kirin.
Serok Barzanî spasiya xwe ji bo piştgiriya serokatiya Îmaratê ya ji bo Herêma Kurdistanê di qonaxên cûda de anî ziman.
Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê di hevdîtinê de hatin axaftin.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




