Îsraîl: ‘Fermandarê payebilind ê herî nêzî Xamineyî’ hat kuştin!

Îsraîl: ‘Fermandarê payebilind ê herî nêzî Xamineyî’ hat kuştin!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek ji fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îranê Elî Şadîmanî hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê “Serfermandariya Navendî ya Xetam El-Enbiya” Elî Şadîmanî di êrîşeke ser Tehranê de hatiye kuştin.

Îsraîl Şadimanî weke “fermandeyê leşkerî yê herî payebilind ê Îranê” û “kesê herî nêzî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî” bi nav kir.

Îranê derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyaniyek fermî nedaye.

Di daxuyaniya artêşê de hat îddîakirin ku balafirên şer nîvê şevê piştî îstixbarata ku hat bidestxistin, navenda navenda Xatem El-Enbiya ya li navenda Tehranê bombebaran kir.

Ew li şûna Gulam Elî Reşîd yê hatî kuştin hat tayînkirin

Sererkan Orgeneral Şadimanî di 14ê Hezîranê de li şûna Gulam Elî Reşîd ê ku di êrîşa Îsraîlê ya 13ê Hezîranê de hatibû kuştin, wek Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemu’l-Enbiyê hatibû tayînkirin.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.