Rayedarê Îsraîlî: Dibe ku tesîsa nukleerî ya Fordow jî bê hedefgirtin

PeyamaKurd- Rayedarekî Îsraîlî diyar kir ku Îsraîlê şeva borî gelek armancên têkildarî bernameyên nukleerî û mûşekên balîstîk ên Îranê hedef girtiye.
Rayedarê Îsraîlî yê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, anî ziman ku tesîsa nukleerî ya Fordow nehatiye hedefgirtin, lê dibe ku bibe armanc.
Rayedarê Îsraîlî da zanîn, Îsraîl ji bo pêşîlêgirtina felaketeke nukleerî tedbîr girtine û got ku heta niha ji Îranê nêzîkî 400 mûşekên balîstîk û bi sedan dron hatine avêtin ser Îsraîlê, ku hem deverên sivîl hem jî yên leşkerî kirine hedef.
Derbarê Fermandarê Rewşa Lezgîn ê girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê Elî Şadmanî de, ku artêşa Îsraîlê kuştina wî ragihand jî rayedarê Îsraîlî got: "Şadmanî di rastiyê de fermandarekî şer bû û yek ji fermandarên leşkerî yên herî payebilind bû. Ew wekî kesek pir û pir nêzîkî rêberê olî yê Îranê dihat dîtin. Tenê 4 rojan di erka xwe de ma."
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




