Devlet Bahçelî: Hedefa Îsraîlê ‘Tirkiyeya bêteror’ e!

Devlet Bahçelî: Hedefa Îsraîlê ‘Tirkiyeya bêteror’ e!

PeyamaKurd- Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Bahçelî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armancên stratejîk ên Îsraîl û girîngiya tedbîrên li herêmê.

Bahçelî bal kişand ser pêvajoya xwefesihkirin û çekdanîna PKKê û li ser banga wî û Abdullah Ocalan dest pê kiriye û mebesta êrîşên Îsraîlê yên bi ser Îranê de, pê ve girêda.

Bahçelî got: "Armanca siyasî û stratejîk a Îsraîlê, dorpêçkirina herêma Anatolyayê ye û têkbirina pêvajoya Tirkiyeya bêteror e ku vê ji bo hesabên axayên xwe dike."

Serokê MHPê herwiha got ku, miletê Tirk alîgirê aştiyê ye û wiha pê de çû: "Armanca me ya bêveger ew e ku em li derdora xwe bi aştî bijîn. Pêwîst e di navbera Îran û Îsraîlê de tavilê hewayeke aştî û diyalogê serdest bibe. Wekî din, ger şerekî ku li herêmê çirûska wî vêkeve û veguhere qada cîhanî, tu milet, tu şaristanî wê nikaribe ji bin vê rabe."

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.