Katz: Emê îro li armancên pir girîng ên Tehranê bidin

Katz: Emê îro li armancên pir girîng ên Tehranê bidin

PeyamaKurd- Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku artêşa wan îro wê êrîşî armancên pir girîng ên li paytexta Îranê Tehranê bide.

Katz herwiha got ku li Tehranê 10 armancên nukleerî hene.

Piştî êrîşa mûşekên balîstîk a Îranê li ser Îsraîlê ku ji şeva borî ve heta îro berdewam kir, Wezîrê Îsraîlî Katz daxuyanî da rojnamegeran.

Katz anî ziman ku hêzên esmanî yên Îsraîlê îro wê li Tehranê "li armancên pir girîng, armancên stratejîk, armancên rejîmê û binesaziyê" bixin. Katz destnîşan kir ku Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) wê hişyariya valakirinê bide gelê nêzîkî wan armancan.

Katz tekez kir ku navenda nukleerî ya bin erdê ya Îranê Fordow "mijarek e ku bê guman wê bê çareserkirin."

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.