Kremlîn: Rûsya amade ye navbeynkariyê bike

PeyamaKurd- Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku wan daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yên derbarê êrîşa li ser Îranê de ku dibe sedema guhertina hikûmeta Tehranê, dîtine û bihîstine.
Peskov got, "Em kiryarên ku li Rojhilata Navîn aloziyeke wiha metirsîdar zêde dikin şermezar dikin."
Rayedarê Rûsî diyar kir, civaka navneteweyî di nirxandina rewşa heyî de dabeş bûye, hinek şermezar dikin û hinek jî piştgirîyê didin.
Peskov destnîşan kir ku pêşniyara Rûsyayê ya ji bo parastina stoka uranyumê ya Îranê hîn jî li ser maseyê ye, lê rewş bi destpêkirina şer tevlihevtir bûye.
Di dawiyê de, Peskov tekez kir ku Rûsya amade ye xizmetên navbeynkariyê pêşkêş bike û vîna Rûsyayê ya ji bo vê yekê didome.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




