Wall Street Journal: Îsraîlê berî çend mehan bi sedan drone xistin Îranê

Wall Street Journal: Îsraîlê berî çend mehan bi sedan drone xistin Îranê

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên rojnameya Amerîkî, Wall Street Journalê, Îsraîlê berî çend mehan bi qaçaxî bi sedan parçeyên balafirên bêpîlot ên bi teqemenî dagirtî şandine Îranê ji bo êrîşên xwe yên dawî. Parçe di çente, kamyon û konteynerên barkirinê de derbasî Îranê bûne, her weha cebilxaneya ji bo dronan jî bi heman rêbazê hatiye veguhastin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku tîmên îstixbaratê ên Îsraîlê yên ku ji hindik kesan pêk hatine, ev alav li nêzî navendên parastina hewayî û mûşekan ên Îranê bi cih kirine û di roja operasyonê de ew hatine teqandin, bi vî awayî şiyana Îranê ya bersivdayîna êrîşan hatiye pûçkirin.

Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku teknîkên Îsraîlê dişibin yên ku Ûkraynayê çend hefte berê li dijî balafirên şer ên Rûsyayê bi kar anîne, ku balafirên bêpîlot ên erzan ji bo derbaskirina parastinên hewayî û tunekirina hedefan bi kar anîbûn.

Di êrîşan de herî kêm 20 fermandarên payebilind ên Îranê, tevî Serfermandarê Giştî, Fermandarê Pasdarên Şoreşê (IRGC) û Fermandarê Hêzên Hewayî yên IRGCê hatin kuştin. Çavkaniyan destnîşan kir ku Îsraîl bi salan e ku ji bo vê operasyonê amadekarî kiriye, bi agahiyên li ser cihên mûşekên Îranê.

Mossadê parçeyên dronan bi rêya kanalên bazirganî, bi bikaranîna hevkarên ku hay ji rola xwe nebûne, xistine Îranê. Ajanan ku li qadê cebilxane berhev kirinye û ew tîm li welatekî sêyemîn hatine perwerdekirin û paşê li Îranê operasyon bi rê ve birine.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.