Welatekî bi fermî balyozxaneya xwe ya Tehranê girt

Welatekî bi fermî balyozxaneya xwe ya Tehranê girt

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Portekîzê Pauol Rangel, îro 17ê Hezîranê ragihand ku hikûmeta wan biryar daye ji ber şer û aloziya navbera Îsraîl-Îranê balyozxaneya xwe ya Tehranê bi fermî bigre.

Rangel diyar kir, wan biryar daye ji ber şer û êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de û geşedanên li herêmê balyozxaneya xwe ya Tehranê bi awayekî demkî daxin.

Paulo Rangel got ku ew ê balyozxaneya xwe bi awayekî demkî ji bo welatekî din veguhêzin, piştre dê di demeke nêzîk de dîsa bê vekirin û karûbarên wê dê dîsa bên destpêkirin.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.