Erdoğan, di rêya telefonê de bi serokwezîrê Avûstûryayê Stocker re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Avûstûryayê bi Christian Stocker re axifî. Serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê li ser mijarê weha got:
“Birêz serokkomar Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Avusturyayê bi Christian Stocker re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de behsa têkiliyên navbera her dû dewletan, mijarên herêmî û yên navdewletî kirine.”
Erdoğan di axaftina xwe de gotiye ku divê Tirkiye û Avusturya potansiyela xwe ya heyî di seha bazirganî û ya veberhênanê de baş bikarbînin û ji bo gavan bavêjin wê hevkariya xwe dewam bikin.
Erdoğan, di axaftina xwe da ragihandiye ku Tirkiye ji bo dawiya şeran were xebatê dike û derfeta ku heye ya şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê biqede, divê ew derfet ji dest neçe, rewşa mirovî ye Xezayê baş nîne û divê destek bigihê devera Xezayê.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




