Umîd Xoşnaw: Heta niha 1400 jenerator li Hewlêrê hatine vemirandin

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw eşkere kir ku di çarçoveya projeya ronahîkirinê de heta niha 1400 jeneratorên taybet li Hewlêrê û derdora wê hatine vemirandin. Ji van, 1250 jenerator li Hewlêrê û 6 û navendên wê, 150 jî li navçeyan hatine girtin.
Xoşnaw di axaftina xwe de ya ji bo BasNewsê got, ev jeneratorên vemirandî ne tenê yên taxan in, herwiha jeneratorên xwaringeh, otêl, cihên sektora taybet û ofîsan jî di nav de ne.
Wî herwiha ragihand ku di çend mehên bê de 200 jeneratorên din li taxên cuda yên Hewlêrê dê werin vemirandin.
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku ji bazara mezin heta bazineya şeqama 150 metrî, herwiha navçeyên Banaslawa, Daretû, Kesnazan, Şawes û Pirzin bi tevahî ketine bin sîwana projeya ronahîkirinê.
Wî tekez kir ku bi saya vê projeyê, ku elektrîka 24 demjimêran peyda dike, jîngeha Hewlêrê paqijtir bûye, deng kêm bûye û welatî bi elektrîka domdar rehetir in.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc dike ku heta dawiya sala 2026an zêdetirî 7,000 jeneratoran vemirîne, ku ev yek dê guhertinên giring di jîngeha Herêmê de pêk bîne.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.





