Wezareta Navxwe li ser bûyerên navçeya Xebatê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Îro, 10ê Tîrmeha 2025an, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa bûyerên li navçeya Xebatê ya Hewlêrê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber nakokiyên li ser pirsgirêkên erd di navbera çend kesan de, alozî û nearamiyek çêbûye, ku bûye sedema ziyanên canî û madî.
Wezaretê ragihand ku bi hewldanên hikûmetê, partiyên siyasî û hêzên ewlehiyê, rewş zû hate kontrolkirin. Bi alîkariya xelkê herêmê, aramî li Xebatê hate vegerandin û ji bo çareserkirina nakokiyan û cezakirina tawanbaran, gavên qanûnî hatin avêtin.
Wezareta Navxwe bang li Kurdistaniyan kir ku xwe ji gotinên nehezan û teşwîqkirina destên gumanbar biparêzin, li gorî rêbernameyên ewlehiyê tevbigerin û ji bo aramiya herêmê bibin alîkar.
Herwiha tekez kir ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê di ser her tiştî re ye û destûr nayê dayîn ku kes bi ti armancê bêaramiyê derxe.
Di dawiyê de, Wezaretê soz da ku Herêma Kurdistanê dê wekî herêma herî aram bimîne.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.





