Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin

PeyamaKurd – Qasim Aracî, ku bi serdaneke fermî hat Herêma Kurdistanê, ji çapemeniyê re got ku "Hewlêr û Bexda divê li ser pirsgirêka mûçeyan li hev bikin û çareser bikin. Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re divê li gorî destûrê werin çareserkirin û mafên herêmê, bi taybetî yên di derbarê mûçeyan de, werin misogerkirin."
Aracî destnîşan kir ku êrîşên dawî yên balafirên bêmirov yên ku Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê hedef digirin, têne lêkolînkirin û diyar kir ku wî di serdana xwe de rewşa herêmê bi serokên Herêma Kurdistanê re nîqaş kiriye.
Roja Çarşemê 9ê Tîrmeha 2025an, Qasim Aracî bi serdaneke fermî hat Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Di hevdîtinê de rewşa herêmê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê hatin nîqaşkirin. Her weha wan gavên ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan werin avêtin jî nîqaş kirin.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




