Elektrîka 24 saetan li nêzîk digihîje Helebceyê

Elektrîka 24 saetan li nêzîk digihîje Helebceyê

PeyamaKurd- Tîma Projeya Ronakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 10ê Tîrmehê ragihand, “Elektrîka 24 saetan wê di demeke nêzîk de bigihîje parêzgeha Helebceyê.”

Tîma Projeya Ronakiyê eşkere kir, "Projeya Ronakiyê dê li dawiya Tebaxê bigihîje parêzgeha Helebceyê, ku dê nêzîkî 42 hezar hevpar jê sûdê werbigirin. Herwiha wê di demeke nêzîk de elektrîka parêzgehê bibe 24 saetî."

Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh 9ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê, kêfxweşiya xwe diyar kir ku, di çarçoveya projeya Ronakiyê de elektrîka 24 saetî gihîştiye zêdetirî du milyon welatiyan, ku dibe nêzîkî 30% ya xelkê Herêma Kurdistanê.

Herwiha hate diyarkirin, piştî vê berfirehkirinê, piraniya welatiyan li ser asta bajarên Hewler, Dihok û Silêmaniyê dê bigihîjin elektrîka 24 saetî, û ew berfirehkirin jî dê tevahiya her du bazineyên 150 metrî li Hewlêrê û 60 metrî li Silêmaniyê li xwe bigire.

Wezareta Elektrîkê da zanîn, ev destkeftî gaveke girîng e ber bi dabînkirina elektrîka domdar û erzantir digel jîngeheke paqijtir li Herêma Kurdistanê.

Heta niha zêdetirî 2 milyon welatî û 544 hezar hevpar ji elektrîka 24 saetî fêdê distînin.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.