Macron û Starmer li ser koçberên neyasayî li hev kir

Macron û Starmer li ser koçberên neyasayî li hev kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser plana rawestandina derbasbûna koçberên neyasayî yên bi belemên piçûk ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve li hev kir.

Ev lihevkirin di lûtkeya 37emîn a Brîtanya-Fransayê de pêk hat ku armanca sereke ya vê planê ew e rê li ber derbasbûna koçberên neqanûnî yên bi belaman bigire û yên ku derbas bûne jî vegerîne Fransayê. Hate diyarkirin ku wê bi vî awayî modela bazirganiya qaçaxçiyan bê têkdan.

Her du lîderan tekez kir ku ew di heman nêrînê de ne ji bo razîkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ku vegere ser maseya danûstandinan bi Ukraynayê re.

Di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê de, Starmer û Macron bersivên rojnamevanan dan. Starmer diyar kir ku Brîtanyaya Mezin dixwaze têkiliyên xwe bi hevalbendên xwe re xurt bike, nemaze di demên nezelal de. Starmer got ku ev lûtke nîşan dide "guherînek di hevkarîya me de ji bo dabînkirina aramiya zêdetir û ewlehiyê ji bo gelên me" heye.

Starmer anî ziman ku "Em hemî di wê yekê de li hev dikin ku rewşa li ser Qenalê (Qenala Îngilîzî) nikare bi vî awayî berdewam bike." Ji ber vê yekê, wan dest bi pêkanîna tedbîrên nû kirine ji bo "têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî û şikandina modela bazirganiya tawanbaran û destnîşan kir, dê ev yek bibe sedema hevkariya aborî ya xurt ji bo zêdekirina mezinbûnê û afirandina kar.

Macron jî piştî Starmer axivî û got ku ev lûtke têkiliyên her du welatan gihandiye qonaxeke nû û anî ziman ku "Piştî 9 salan ji Peymanên Brexitê, biryardariya me ew e ku em rûpeleke nû vekin û bi hev re li hember dijwariyên hevpar şer bikin."

Macron herwiha diyar kir ku Fransa xala dawî ye berî ketina Brîtanyayê ji bo koçberên neqanûnî û divê ew bi welatên ku xalên ketina Ewropayê ne re bixebitin da ku van xalan asteng bikin.

 

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.