Îsraîl Îranê tehdîd kir: “Eger em werin em ê bi hêzeka xwurttir werin”

Îsraîl Îranê tehdîd kir: “Eger em werin em ê bi hêzeka xwurttir werin”

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz aşkera Îranê tehdîd kir û got ku Îsraîl vê carê here ser Îranê wê bi quwetekî xwurttir here ser. Katz daxwuyaniya xwe di derçûna pîtlotên hêzên hewayî de da. Katz got:

“Ev merasima derçûnê, peyamekiye ji bo dîktator Hamaney û çeteyên ayetullahên Îranê. Ciyekî hun xwe lê veşêrin nîne. Eger pêwest be em dagerin, em ê bi hêzekî mezintir dagerin.”

Di merasina derçûna pîlotan de serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir jî behsa şerê 12 rojan yê navbera Îran û Îsraîlê kir û got:

“Ev, dema xelkê Îsraîlê bê tehdîd kirin, me îsbat kir ku em dikarin bigihên hev, bikevin nav tevgerê û bi hesasiyet, xwurt û bi berpirsiyarî lêxin û me vana ji xwe û dinyayê re tev îsbat kir.”

Di merasimê de her weha fermandarê hêzên hewayî yê Îsraîlê tumgeneral Tomer Bar jî axaftinekî kir û got:

“Me zahmetiya bi mesafa 1800 km yan derbas kir û me Îranê ji xeleka sêyem kir xeleka yekem. Têkoşîn hêj neqediyaye. Eger pêwiste be em amedene bikevin nav tevgerê.”

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.