Paşinyan û Aliyev li ser ‘pêvajoya normalîzebûnê’ axifîn

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Ermenistanê ragihand ku serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û serokkomarê Azerbeycanê İlham Aliyev piştî hevdîtina li Abû Dabiyê wê diyaloga wan ya ji bo sitendina encamê dewam bike.
Her dû teref li ser formata hevdîtinê ya bi bandor û sitendina tedbîrên ku zêdetir bi hev bawer bibin, li hev kirine.
Li gor ragihandina ajansa xeberan ya Armenpressê; wezareta kar û barên derve ya Ermenistanê, li ser hevdîtina Paşinyan û Aliyev ya li payîtexta Îmratan li Abû Dabiyê daxwuyaniya nivîskî da. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Di pêvajoya normalîzebûna têkiliyên her dû welatan de formata herî baş bo xwe bijartine û ji bo bigihên encamê li ser dewama diyalogê bûne hemfikir. Di hevdîtinê de li ser temamkirina destnîşankirina sînoran her dû teref fermanê dane komîsyonan da xebatên xwe dewam bikin.”
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




