Berdevkê AKPê Çelik behsa çawayiya pêvajoya çekberdana PKKê kir

Berdevkê AKPê Çelik behsa çawayiya pêvajoya çekberdana PKKê kir

PeyamaKurd – Berdevkê AKPê Ömer Çelik tevî bernama zindî ya TV100ê bû û li ser mijarên di rojevê de ne şiroveyan kir. Li ser mijara çekberdana PKKê got ku dewlet di têkoşîna bi terorê re bi ûnsûrên tund re, wê qanûnên din jî derxin da militanên PKKê dev ji PKKê berdin. Li ser banga Devlet Bahçeli ku PKKê çekan berde û xwe fesh bike Çelik got:

“Di jiyana me ya siyasî de em wextekî zêde li serê axifîn û serokkomar Erdoğan raste rast fermanê da dezgeyên dewletê da pêvajoyê bimeşînin û ev projeyekî dewletêye. Yanî weka serê dewletê serokkomarê me fermanê da dezgeyên dewletê û hukumetê.”

Çelik got ku çekberdana PKKê pêngavekî girînge û çekberdan û fesha rêxistinê di derveyê Tirkiyê de wê li dora Silêmaniyê pêk were û got:

“Di sê kategoriyan de çekberdan û fesh heye. Her sê kategori PKK ya li Iraqê, HSD ya Sûriyê, PYD û li Îranê PJAK. Di asta illegaliteyê de li Tirkiyê, Ewrûpa û ciyên din xwe birêxistine ku ew jî di çarçova KCKê de ye. Divê temamê van pêvajoyan bi dawî bibin.

Divê rêxistinên şiddetê biqedin û wexta qediyan yên din jî wê ji wan re cîh nemîne yanî bo wan rêxistinên wekîlî, wê ji wan re seha nemîne.”

Çelik got ku gelek şaşe ku mirov rêxistinên terorê weka qezenckirina nasnameya etnîkan an mezheban wan bibîne, rewakirina ti nasnameyekî heya niha nedaye qezenckirin. Li ser pirsa kesên çekan deynin wê ji halê wan çi bibe re jî got:

“Kesên sûcan nekirine, ji bo wan di qanûnên me de gelek xal hene û hêjî mekanizma hene ku dixebitin. Dema esker dor li ciyekî digrin bang dikin da teslîm bibin. Eger li gor wan qanûn nebin, wê komîsyon xebatê bikin da xalên nûh derxin û pêdivî hebe wê derxin.”

Li ser mesela peyamên vîdeoyê ku rexne hene Çelik got:

“Tirkiye mekanîzmayên di destê xwe de dixebitîne û hûqûqîne. MİT, TSK û wezareta karên navxwe tev li gor hûqûqa heyî tevdigerin û ew hemû destûra me ye…”

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.