Şanda DEM Partiyê ji aliyê Serokatiya Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin

Şanda DEM Partiyê ji aliyê Serokatiya Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin

PeyamaKurd- Şand bilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku wê sibe 11ê Tîrmehê li Silêmaniyê beşdarî merasîma çekberdana PKKê bibe, gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Şanda ku ji siyasetmedar Ahmet Turk, parlamenterê Rihayê û endamê Şanda Îmraliyê Mîthat Sancar û berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan pêk tê li Hewlêrê, ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ve hate pêşwazîkirin.

Hate diyarkirin ku armanca serdana şandê, beşdarbûna merasîma çekdanîna koma yekem a çekdarên PKKê ye ku biryar e sibe Înê, li Îdareya Serbixwe ya Raperînê merasîmeke were lidarxistin.

Tê çaverêkirin ji xeynî şanda DEM Partiyê, komeke din a ji 150 kesî pêk tê ku di nav de siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û nivîskarên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene jî ji bo merasîmê derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Îro jî 4 otobûs ji Diyarbekirê rabûn daku derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.