Dilşad Şahab: Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê de roleka mezin girt ser xwe

Dilşad Şahab: Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê de roleka mezin girt ser xwe

PeyamaKurd – Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dişad Şahab ragihand ku di dema pêvajoya aştiyê de, di pêvajoya çekberdana PKKê de keda Herêma Kurdistanê bi taybetî keda serok Mesûd Barzanî gelek e. Şahab got ku ji bo serkeftina pêvajoyê teref bi serok Barzanî bawerin û ev esas e.

Ji ber wê grûbekî PKKê sibê li bajarê Silêmaniyê bi merasim dest ji çekan berde, berya merasimê heyetekî ji DEM Partiyê ku serokê wê Tuncer Bakırhan jî di nava wan de ye gihaye Hewlêrê payîtext ya Kurdistanê.

Heyet ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê de hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziya heyeta DEM Partiyê berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şaban civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Şaban got:

“Birêz serok Barzanî di astên herî zahmet yên pêvajoyê de gavên girîng avêt. Pêvajo ji serî de ne meseleyekî nav xwe lê Herêma Kurdistanê jî eleqedar dikir û me wisa lê nêrî. Em amadene bibin desteka pêvajoyê. Serok Barzanî her wext xwe da pişta pêvajoyê û di her wexta şerê dijwar de, tewrê xwe bi diyalogê û aştiyê re danî. Em di asta niha de bandora rola serok dibînin.”

Dilşad Şahab her weha ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo pêvajo dewam bike amadeye bi Tirkiyê re hevkariyê bike û ji terefê Tirkiyê re gotiye. Dilşad Şahab weha dewam kir:

“Pêvajoya aştiyê mijareka navxwe ya Tirkiyê ye. Lê di pêvajoyê de em ne tenê çavdêr an hêsankerin lê em ew terefin ku şer gelek zerarê daye me. Bi hezarî gund vala bûn, xelk mexdûr bû. Aştî herî zêde di berjewendiya me de ye.

Temamê dezgeyên hukumeta Kurdistanê destekê didin pêvajoyê. Ev ne tenê mijarekî leşkerî an siyasiye di heman wextê de pêvajoyekî mirovî û civakiye. Ji bo xelkê me hûzûrê bibîne, geşepêdan bibe û ji bo koçberên ku dagerin ser warên xwe, ji bo avakirina şûnwarên wan derfetekiye. Xelkê deverê bi sala bedela şer daye, bi aşiyê re wê li gunda çandinî, tûrîzm û bazirganî geş bibe.

Herêma kurdistanê di raya giştî ya civaka navdewletî de çavkaniya aştiyê ye. Di pêvajoyê de tewrê me yê biryarî dibe mînakekî bo herêmê.”

Şahab, her weha got ku ew ne xwediyê pêvajoyê ne lê malxwoyê wê ne. Xwedanê pêvajoyê Tirkiye û PKK ne. Herêma Kurdistanê rola xwe ya hêsankariyê ji dil dide dewam kirin.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.