Efrîn | Gora Dr. Nûrî Dêrsimî ku çekdaran ruxandiye çar sal in nehatiye çêkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku gora rewşenbîrê Kurd ê Bakurê Kurdistanê yê navûdengî Dr. Nûrî Dêrsimî ku li Goristana Henanê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye ji aliyê çekdaran ve hatiye wêrankirin.
Hate zanîn ku gora Dêrsimî ku ji bo Kurdan xwedî girîngî û nirxekî mezin û dîrokî ye, hîn jî di rewşeke wêrankirî de ye.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, cihê gora Dr. Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde Xanê bi temamî hatiye têkdan, dar û berên li derdora gorê hatine birîn û kêla gorê ya nivîs û helbesta wî li ser bû jî hatiye rakirin.
Hate diyarkirin ku ev kiryara wêrankirinê cara yekem di Tebaxa sala 2018an de ji aliyê komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dikir ve pêk hatibû. Çar sal di ser bûyerê re derbas bûne lê gor hîn wekî xwe wêrankirî ye.
Hêjayî gotinê ye, Goristana Henan wekî semboleke çandî û siyasî ji bo herêma Efrînê tê dîtin, ji ber ku gelek kesayetiyên navdar, siyasetmedar û hêjayên Kurd lê hatine veşartin.
Nivîskarê Kurd Mihemed Hemo bal kişand ser girîngiya parastina van sembolên neteweyî û ev êrîş wekî hewldaneke jinavbirina bîra dîrokî ya Kurdan li herêmê bi nav kir.
Hemo diyar kir, "Di sala 2018an de gava çeteyên Tirkan hatin Efrîn dagir kirin, ji beriya hemûyan çûn ew gora nemir Dr. Nûrî Dêrsimî hilweşandin. Ji ber ku ji mirin û gora wî jî ditirsin. Ji ber ku li ser kêlika xwe nivîsandibû 'Min jî pir hawar kir, da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar.'"
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




