Di sektora çandiniyê de nisbeta ciwanan daket %5an

PeyamaKurd – Serokê giştî yê Yekîtiya Odeyên Çandiniyê yê Tirkiyê Şemsi Bayraktar ragihand ku kesên bi çandiniyê meşxûl dibin temenên wan zêdene û got:
“Di çandiniyê de ciwanên me yên bi çandiniyê meşxûl dibin yên temenên wan di navbera 18-30an de ne nisbeta wan daketiye %5an. Em bi xebatkarên ji Sûriyê û yên Afganan îdare dikin. Em ê welatê xwe bi kî xwedî bikin? Di çandiniyê de nûfûsa ku pê meşxûl dibe her diçe extiyar dibe.”
Bayraktar ragihand ku herkesê di gundan de dijî hema bi destê zarokên xwe digre û diçe bajêr. Gund an ku seha çandiniyê vala dimîne û em mecbûr dibin bi karkerên biyanî çandiniya xwe bikin.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




