Temamê hêzên Pêşmerge îsal di bin yek sîwanekî de digihên hev

PeyamaKurd – Rayedarên Herêma Kurdistanê ragihandin ku îsal temamê hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê di bin yek sîwanekî de dicivin û encam nêze.
Şêwrimendê serokatiya Herêma Kurdistanê û hem serokerkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku avahiya Pêşmerge ya nûh wê ji 11 tumenan pêk were û ji wan 10 tumen hatine avakirin û ji bo tumena yazdem xebat dewam dikin. Zêbarî bo Rûdawê ragihandiye:
“Em di pêvajoya yekkirina hêzan de ne û tumenan ava dikin. Ji bo tumena dawiyê em di asta dawiyê de ne. Wê îsal ev pêvajo temam bibe û temamê hêzên Pêşmerge di bin yek sîwanekî de bicivin.”
Di derveyê hêzên Pêşmerge de yekîneya 70em (YNK) û ya 80em (PDK) ji bo bixînin bin sîwan a wezareta Pêşmerge, di pêvajoyê de karê herî zahmete û divê bibe.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




