Li Silêmaniyê Pêşmerge 2 dronan xistin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hêzên girêdayê yekînaye 70em ya Pêşmergeyan 2 dronên (İHA) ku nehat zanîn aîdê ku derêne xistin.
Li gor ragihandina rayedaran, yek ji dronan ket taxa Tasluca û ya dinê ket nêzên baregeha yekîneya 70em.
Di dîmenên ku ketin ser çapemeniyê de dema dronan dixin, ewilî teqîn destpêdike û paşî agir pê dikeve.
Heya niha kes nizane bê dron aîdê ku derêne lê ketina wan bûye sedema panîka nav xelkê.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




