Tirkiye: Em razîne ku DYA têkiliyên xwe bi Sûriyê re normal dike

Tirkiye: Em razîne ku DYA têkiliyên xwe bi Sûriyê re normal dike

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Öncü Keçeli hewla Amerîkayê ya normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyê re tewrekî bi erênî bi nav kir û got wê Tirkiye destekê bide avakirina ji nûh de ya Sûriyê. Keçeli di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Em tewrê rêvebiriya DYAyê ya normalîzekirina têkiliyên bi hukumeta Sûriyê re, ew îrada wan ya xwurt ku nîşan da, bi rizamendî qebûl dikin.”

Trump dema seredana Erebistanê kiribû bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re hevdîtin kiribû û soz dabû ku givaşên ser Sûriyê rake.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.