Berdevkê AK Partiyê: Wê PKK di nav çend rojan de çekan deyne

PeyamaKurd- Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk derbarê çekdanîna PKKê de daxuyanî dan.
Çelîk, piştî civîna şêwir û nirxandinê ya parlamenterên AK Partiyê ku bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin, ragihand ku proseya "Tirkiyeya bêteror" ketiye qonaxeke nû û ji bo danîna çekan êdî ne bi mehan an hefteyan lê bi rojan dem maye.
Berdevkê AK Partiyê Çelîk piştrast kir ku Erdogan dê hefteya bê şandeya DEM Partiyê pêşwazî bike û wiha axivî: "Ez naxwazim teqwîmeke teqez bidim lê berî çend hefteyan min gotibû, em hêvî dikin di nava mehan de pêk bê, paşê di civîna xwe ya dawî de min gotibû di nava hefteyan de. Êdî em gihiştine qonaxekê ku em dikarin bêjin dê di nava rojan de pêk bê. Ji ber vê yekê, rojên pêş me ji bo Tirkiyeya bêteror dê gelekî girîng bin."
Omer Çelîk tekezî li ser wê yekê kir ku ev pêvajo dê di çarçoveya prensîbên yek welat, yek milet, yek dewlet, yek alê de birêve biçe û bi îradeya Îtifaqa Cumhur hatiye destpêkirin û bûye polîtîkayeke dewletê.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




