Li Şêxan, Şingal, Şariya û Faydeyê navendên qerebûkirinê zirarmendan hatin vekirin

PeyamaKurd- Di çarçoveya bicihanîna Madeya 140 a navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, li deverên Şêxan, Şingal, Şariya û Faydeyê 4 nivîsgehên nû yên qerebûkirinê hatin vekirin. Armanca van nivîsgehan çareserkirina dosyeyên 31 hezar malbatên zirar dîtine, ku heta niha qerebûya xwe wernegirtine.
Qaymeqamê Şingalê Nayif Seydo ragihand, navenda nivîsgeha li Şingalê dê her sê qezayên Şêxan, Şingal û Mexmûrê li xwe bigire. Seydo da zanîn, ji 52 hezar dosyeyan, hîn 31 hezar dosye mane ku nehatine çareserkirin û got, heta niha tenê zerardîtên Kerkûk û Xaneqînê hatine qerebûkirin.
Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl jî diyar kir, nivîsgeha Şingalê ji sala 2013an ve rawestiyabû, tevî ku her sal budce jê re dihat terxankirin.
Dexîl eşkere kir: "200 milyar dînar ji bo qerebûkirina zirarmendan hatiye terxankirin. Beşek jê ji bo Kerkûk û Xaneqînê hat xerckirin, lê divê beşa mayî ji bo xelkê Şingal, Şêxan û Mexmûrê were dayîn."
Belavbûna nivîsgehan ji bo hêsankirina karê welatiyan e û zirarmendên navenda Şingalê serdana nivîsgeha Faydeyê bikin, yên Şêxanê serdana nivîsgeha Şêxanê û xelkê devera Gir'uzêr û Sinûnê jî dê serdana du navendên li nav rêveberiya nehiya Şariyayê bikin da ku formên xwe pêşkêş bikin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




