Walîtiya Şirnexê çûnûhatina 3 herêman qedexe kir

PeyamaKurd – Walîtiya Şirnexê bi hinceta ewlekariyê çûn û hatina 3 herêmên navçeya Elkê (Bêşebab) ya Bakurê Kurdistanê qedexe kir.
Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, Çiyayê Girê Sûmûnû, Çiyayê Eksîk û Çiyayê Meydanê ji bo du rojan wek “Herêmên Ewlekariya Taybet a Demkî” hatin ragihandin.
Qedexeya çûn û hatinê ya van her sê herêman dê heta 3yê Tîrmeha 2025an bidome. Parêzgeriyê diyar kir ku ev biryar ji bo parastina ewlekariyê hatiye girtin.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.





