Li Rojavayê Kurdistanê krîza avê: 5 sal in çareser nebû

Li Rojavayê Kurdistanê krîza avê: 5 sal in çareser nebû

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî li bajarê Hesekê krîzeke giran a avê bi hatine havînê re derketiye holê ku ev zêdetirî pênc sal û nîvan e berdewam dike.

Xelkê herêmê ji ber bêaviyê di rewşeke dijwar de jiyana xwe didomîne ku germahiya havînê jî 40 pileyî derbas kiriye.

Ji ber şerê navxwe û êrîşên çekdarên girêdayî Tirkiyê salên borî jî krîza bêaviyê derdiket holê. Çareseriya vê pirsgirêkê tenê bi ava Santrala Elokê ve girêdayî ye, lê ji ber ku santral di destê komên çekdar de ye, Rêveberiya Xweser nikare wê kontrol bike û avê bigihîne herêmê.

Tevî ku hikûmeta veguhêz a Şamê hatiye ser kar û rejîma berê hilweşiyaye jî hîn jî Santrala Elokê di destê komên çekdar de ye û çareseriyek jê re nehatiye dîtin.

Ji ber ku rêxistinên mirovî jî di peydakirina avê de gelekî kêm alîkariyê dikin, niştecihên Hesekê bi hêviya avê li benda Rêxistina Heyva Sor a Sûriyeyê ne. Ji ber kêmbûna ava binê erdê, bîrên avê ziwa bûne û ava ku tê dîtin jî pir gemarî ye û tê de kils heye, ku êdî ne ji bo vexwarinê ye. Gel neçar e avê bi tankeran bikire, lê ev av jî pirî caran ne paqij e û dibe sedema gelek nexweşiyan.

Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.