Operasyon li Şaredariya Îzmîrê hat kirin: 120 kes hatin binçavkirin

Operasyon li Şaredariya Îzmîrê hat kirin: 120 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hatiye destpêkirin, di saetên sibehê de operasyonek hat lidarxistin. 120 kes, tevî Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer, hin burokratên payebilind ên wê demê û Serokê niha yê CHPyê yê Îzmîrê Şenol Aslanoğlu jî hat binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin 

Di nav wan kesan de ku fermana binçavkirinê li ser wan hatiye derxistin kesên wekî Sekreterê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Barış Karcı, Midûrê Giştî yê berê yê ÎZBETONê Heval Savaş Kaya, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ulaş Aydın, Alîkarê Şaredarê navçeya Bucayê ya Îzmîrê Engin Güzel, Gerînendeyê Giştî yê ÎZSUyê Gürkan Erdoğan û gelek navên din ên payebilind cih digirin.

Serokê CHPyê yê Îzmîrê Şenol Aslanoğlu, ku di nav kesên binçavkirî de ye, li ser Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew li Enqerê, di dema civîna serokatiya bajêr a partiya xwe de hatiye binçavkirin. Aslanoğlu ev binçavkirin wekî ”pêvajoyeke siyasî” binav kir.

Cîgirê Serokê CHPyê Murat Bakan li ser Xê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û got: “Şaredarê me yê berê Tunç Soyer, burokratên payebilind ên wê demê û Serokê Parêzgeha me Şenol Aslanoğlu di sibeha zû de hatin binçavkirin. Ev pêvajoyek e ku dişibihe ya li Stenbolê.”

Bakan, van binçavkirinan wekî “operasyoneke siyasî” nirxand û destnîşan kir ku ev ne hewcedariyeke qanûnî ye, lê biryareke bi talîmatên siyasî ye. Wî her wiha got:  “Em niha bi balafira ewil diçin Îzmîrê. Em ê hevalên xwe biparêzin û têkoşîna xwe ya li dijî vê neheqiyê bidomînin.”

 

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.