Hewlêr û Bexdayê ji bo hinardeya petrolê şirketa Wood Mackenzie hilbijart

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di encama gotûbêjên petrolê yên Hewlêr û Bexdayê de, ji bo lêçûnên derxistin û veguhastina petrolê kompaniya Brîtanî ya şêwirmendiyê Wood Mackenzie hate hilbijartin.
Berpirsekî yek ji kompaniya petrolê ya Herêma Kurdistanê îro 30yê Hezîranê ragihandiye, hîn çend hurgiliyên rêkeftina destpêkê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hinardekirina petrolê ku divê li ser li hev bikin. Yek ji wan, dema xebata wê şîrketa şêwirmendiyê ye ku li ser texmînkirina lêçûnên berhemanîn û veguhastina petrolê dixebite.
Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku ji roja rêkeftinê ve, 90 roj wek dema xebata şîrketê bê diyarkirin, lê Bexda dixwaze ku ew 90 roj ji roja destbikarbûna şîrketê ve dest pê bike.
Danûstandinên krîtîk: Peymana petrolê şertê yekem ji bo mûçeyan e
Hate diyarkirin ku herdu alî li ser kompaniya şêwirmendiyê ya Brîtanî bi navê Wood Mackenzie li hev kirine û wê 90 rojan ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê bo Iraq û Tirkiyê xebatên xwe bike.
Xebata vê şîrketê li gorî sererastkirina yasaya budceya giştî ye ku di 17ê Sibata 2024an de Parlamentoya Iraqê deng li ser dabû. Li gorî sererastkirinê, Iraq û Herêma Kurdistanê 60 roj di ber wan de hene ku li ser diyarkirina şîrketê li hev bikin. Heta wê demê ku şîrket lêçûnên derxistina petrolê texmîn dike, divê hikûmeta Iraqê ji bo her bermîleke petrolê 16 dolar wek lêçûn bide şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê. Tê gotin, heta derengiya şeva borî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li Bexdayê li ser pirsa ji nû ve hinardekirina petrolê gotûbêj kirin.
Ev nivîs 147 car hatiye xwendin.




