Komîteya Heşdî Şeibî derbarê paşxistina mûçeyan de daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Komîteya Heşdî Şebî ragihand ku dayîna mûçeyên meha Hezîranê yên endamên wê dest pê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku derengketin tenê ji bo vê mehê ye û ji ber guhertineke teknîkî ya pergalê ye.
Di daxuyaniya roja Sêşemê (1ê Tîrmeha 2025an) de hat gotin ku "Yekîneyên peywendîdar dest bi dayîna mûçeyan kirine. Pêvajoya dayinê ne tenê ji bo îro ye, lê dê heta Yekşema bê, tevî betlaneyên fermî, bênavber dê berdewam bike."
Komîteyê ragihand ku ji bo hêsankirina danûstandinên diravdanê dê di demjimêrên pêş de hejmara xalên diravdanê were zêdekirin, û ji endamên xwe xwest ku qerebalixiyê kêm bikin û beşdarî belavkirina rêkûpêk bibin.
Derbarê derengketina mûçeyên meha Hezîranê de, ev daxuyanî hat dayîn:
"Pirsgirêka teknîkî ya ku hatiye jiyîn tenê ji bo vê mehê ye û ji ber guhertina di pergalên diravdanê de ye. Ji meha bê pê ve, mûçe dê bi rêkûpêk û bê pirsgirêk werin dayîn."
Hat ragihandin ku di saetên pêş de ji bo endamên ku bi pirsgirêkên takekesî yên wekî redkirina kartên wan re rû bi rû dimînin, lînkeke serlêdanê ya taybet dê were parvekirin. Komîteya Heşdî Şebî tekez kir ku "mafên hemû mucahîdan têne parastin."
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku armanca jinûvekirina pergalê ew e ku ewlehiya mûçeyan zêde bike û pêşî li pirsgirêkên qanûnî an teknîkî yên gengaz bigire.
Komîteya Heşdî Şebî bang li xalên dayinê kir ku "bi tevahî hevkariyê bikin da ku dayina mûçeyan bi rêkûpêk were kirin" û îdiayên ku di hin derdoran de belav dibin red kir ku dibêjin "ceza li ser şîrketên ku mûçeyan didin hatine sepandin".
Komîteyê her wiha ragihand ku endamên ku îro nekarîn mûçeyên xwe werbigirin, dê sibê an jî roja din karibin mûçeyên xwe werbigirin, ji ber vê yekê ne hewce ye ku careke din û careke din serlêdan bikin.
Budceya Heşdî Şebî ya sala 2024an bi 4 trîlyon û 500 milyar dînarên Iraqî hatibû destnîşankirin. Li gorî tabloyên budceyê, hejmara personelên qeydkirî di rêxistinê de 238,075 kes e.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




