Li 3 gundên Qamişlo wê bîrên avê bi enerjiya rojê avê bikişînin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a projeya Enerjiya Rojê ya Rojavayê Kurdistanê de, bi rêya kompaniya Medico international, rêxistina Heyva Sor a Kurd sîstema enerjiya rojê li ser bîrên avê yên li gundên Necmok, Girbawî û Herem Reş hate danîn.
Hate diyarkirin, ev gund demeke dirêj e zehmetiyên peydakirina enerjiya elektrîkê ya bingehîn dikişînin û xelkê deverê ji ber peydakirina avê zehmetiyên mezin bikişînin.
Rêxistinê destnîşan kir ku vê yekê bi xwe re guhertineke erênî di jiyana rojane ya şêniyan de çêkir, li kêlek wê jî pirsgirêka avê çareser kir. Ji bo jîngehê û aboriyê jî ev pergala enerjiya tavê xwedî bandoriyeke erênî ya berbiçav e. Rêxistinê eşkere kir ku ji bo temamkirina projeyê li gundê Xerabê Kûrtî xebat dewam dikin.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




