Ocalan: Bila Serok Barzanî serokatiya Kongreya Netewî bike

PeyamaKurd- Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, Abdullah Ocalan daxwaz kiriye ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin û Serok Mesûd Barzanî serokatiya wê bike.
Bakirhan di hevpeyvîna ligel Kurdistan24ê de, bal kişand sekr rola Serok Barzanî di serxistina proseya çekdanîna PKKê da zanîn: "Ocalan tiştekî girîng got, ew jî daxwaza lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd bû. Eger Serok Barzanî vê yekê qebûl bike û serokatiya kongreyê bike, ev dê bibe tiştekî gelek girîng û bi nirx. Ev yek ji bo yekrêzî û yekdengiya Kurdan gelekî girîng e, da ku piştgiriyê bidin daxwazên hev ên demokratîk. Rola Serok Barzanî dê erênî be. Ev roj, roja Kurdan û helwesta hevbeş e."
Herwiha Bakirhan, bang li hemû gel û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya proseyê bikin û wiha pê de çû: "Ez bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê, ne tenê siyasetmedaran dikim, ku piştgiriya proseya aştiyê bikin. Tirkiyeyeke demokratîk, di heman demê de tê wateya pêwendiyên baş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û herwiha tê wateya jiyaneke demokratîk ji bo Kurdên li Sûriyê. Ji ber vê yekê, demokratîkbûna Tirkiyeyê di berjewendiya hemû aliyan de ye, û di serî de di berjewendiya Kurdan de ye."
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku pirsa Kurd pirseke 100 salî ye û di demeke kurt de çareser nabe, loma divê gav bi gav pêş bikeve û li ser berpirsiyariya hikûmetê wiha axivî: "Divê ji bo çekdanîna PKKê zemîneke yasayî were amadekirin. Pêwîst e hikûmet bersiva pirsên weke 'Çek dê radestî kê bên kirin?' û 'Kî dê çavdêriya proseyê bike?' bide û gavên pêbawer biavêje. Di rojên pêş de dê ji bo proseya aştiyê komîsyoneke parlemanî were avakirin. Piştî avakirina komîsyonê û çekdanînê, partiya me dê nexşerêya xwe diyar bike."
Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.




